Dr. “Reşîd Kurmanc” bi 5 salan hepsê hate cezadan

12:01 - 4 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Mamostayekî zanîngehê, û xelkê bajarê Bokanê, ji aliyê dadgeha Keyferî ya wî bajarî ve, bi 5 salan heps hate cezadanê.

Pêka rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, taya 101 a dadgeha Keyferî a bajarê Bokanê, Dr. “Reşîd Kurmanc”, mamostayê zanîngehê, bi 5 salan hepsê ceza da.

Ew mamostayê zanîngehê bi tohmeta “Bêrêzîkirin bi rêberê rejîmê û alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijî hikûmeta Îranê”, hatiye cezakirin.

Ew mamostayê Kurd, di derheq wî cezayê de, nerizayetiyên xwe nîşan daye û dosyeya navbirî bona pêdeçûnê, bo dadgeha pêdeçûnê, hatiye veguhastin.

Dr. “Reşîd Kurmanc” di meha pûşpera Îsal de, bi tohmeta “Bêrêzî kirin bi rêberê rejîmê û alîkarîdan bi yekek ji partiyên Kurdan yên dijî hikûmeta Îranê re”, hatibû desteserkirinê û piştî jêpirsînê, bi danîna barmiteya 500 milyon tumenî, bi awayekî demkî ji girtingehê hate berdanê.

Ew mamostayê zanîngehê, derçûyê duktoreya wêjeyî a zimanê Farsî li bajarê Moskoyê bûye û di zanîngehên bajarên Mihabad, Seqiz, Bokan û zanîngeha Soran di herêma Kurdistanê de wane gotine.

Dr. “Reşîd Kurmanc” niha rûniştiyê bajarê Mihabadê ye û ji wane gotinê hatiye bêparkirin.