Dozgeriya Mehabadê dest bi ser barimteya welatiyekî de girt

19:27 - 7 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Venegerîn bi zindanê, destbiser girtina barimte (wesîqe) ya, welatiyekî Mehabada rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê dezgeha qezayî a wî bajarî ve, bi pey xwe hişt.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, barimteya 50 milyon Tomenî a bi navê Cemal Mihemmedî kurê Reham, ji aliyê dozgeriya bajarê Mehabadê ve dest bi ser de hat girtin.

Ew welatiyê Kurd ji sala 2011’an, bi tometa alîkarî kirin ligel yek ji partiyên Kurd ên opozosiyon, li Mehabadê hatibûn binçav kirin û 6 sal ceza li wî hatibû birîn.

Peyamnêrê Kurdpa li Mehabadê ragihand: Wî çalakvanê Kurd piştî derbas kirina nivê cezayê xwe li girtîgehê, bi danîna barimteya 50 milyon Tomenî, merexesî standibû lê dîsan venegeryabû zindanê.

Kesek ji xizmên wî girtiyê siyasî, ajansa nûçegihaniya Kurdpa re got: Cemal Mihemmedî niha li derveyî welatê Îranê jiyan dike.

Her wê çavkaniya nûçeyan ragihand: Malbata wî zindaniyê siyasî, berdewam ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve, dikeve bin zext û givaşan de.