Dozgerîya bajarê Mihabadê hûkimê çar salan hepsê bi ser jineke Ekiter a Kurd Sepand

15:18 - 30 Çirriya paşîn 2012
Ajansa Kurdpa: jinakî Ekiter a Kurd û xelkê bajarê Mihabadê seba lîstin di diramayekî Tv yê de ji alîyê liqa yekem a Dozgerîya wî bajarî bi çar salan hepisê hate mehkûm kirin.

Pêka rapora Ajansa Nûçeyîya Kurdpayê, Befirîn Hûcetî jine Ekiter a xelkê bajarê Mihabadê sa lîstin di diramayekî Tv yê de û bilav bûna diramaya han di yek ji kanalên derveyî welêt, bi bê amade bûna xwe li Dozgerîyê ji alîyê liqa yekem a dadgeha Şorş a bajarê Mihabadê bi çar salan hepê hate mehkûm kirin.

Serçaveyekî haydar bi nûçegehanê Ajansa Kurdpayê ragehand, Befrîn Hûcetî di meha Cûzerdan a sala 1390 ya Rojî, ji alîyê hêzên Ewlehîyê rejîma Îslamîya Îranê seba alîkarî tewî Partîyekî Kurdistanî a dijberê Komara Îslamîya Îranê hat girtin û paş çar rojan bi danîna barimtê serbest hate berdan.
Piştî heyamekê seba zext û zûrîyên hêzên Ewlehî yên rejîma Îranê bi neçarî li welêt çûye derê.
Her heman serçavê ragehand kû Omîd Eqidem hunermend û derhênerê diramaya han ji alîyê hêzên Ewlehî yên rejîma خranê hatîye girtin û niha li hepsê deye.