Dozgerê giştî yê parêzgeha Kirmanşanê, kuştina welatiyan piştrast kir

17:54 - 28 Çirriya paşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Dozgerê gistî yê parêzgeha Kirmanşanê kuştina welatiyên wî bajarî di kombûna nerizayetiyan de piştrast kir.

“Pervîz Tewsulîzade” dozgerê giştî yê parêzgeha Kirmanşanê daye xuyakirin ku, dibê dezgeha dadwerî digel têkdera bi micid reftar bik e. Li nearamiya Kirmanşanê, yek kes ji aliyê leşkerê îmam zeman ve hatiye kuştin.

Herwisa dozgerê giştî yê parêzgeha Kirmanşanê got, di wê kombûna nerizayetiyan de, em digel meseleyeke gelek mezin rûbirû bûn, û ew meşe jî digel yên berê ciyawaziyeke bingehî hebû ku yek ji wan ciyawaziyan girêdana şeqaman di roja şeşemê de bû, ku karê hêzên leşkerî dijwartir kiribûn.

Ew berpirsê dadweriyê bi tohmet lêdana welatiyên nerazî ku ewan çekdarbûn û di hember me`imûrên hikûmetê de rawesta bûn got: Hemû hêzên Besîc, Spaha Pastaran, îdareya giştî ya îtila`atê, hêzên leşkerî yên parêzgehan û Artêş, bo kuntirolkirina wî rewşê amade bûn.

Herwisa “Tewesulîzade” welatiyên nerazî yên Kirmanşanê bi “erazêl û ubaş” û “têkder” nav bir û got, bi dilniyayîye ve dezgehên ewlehî, întizamî û îtila`at, dê wan kesan nas bike û dê cezayê bide wan, heya careke din di wî parêzgehî de şahidê bûyereke wiha nebin.