Dosyeya Osman Isma`îlî û Mehmûd Salihî bo taya dadgeha şoreş a bajarê Seqizê hate şandin

18:42 - 20 Gulan 2021

Dosyeya 2 çalakvanên kedkarî bi navên  Osman Isma`îlî û Mehmûd Salihî, ji aliyê taya 3 a dadgeha giştî û şoreşa bajarê Seqizê bo dadgeha şoreşa wî bajarî hate şandin.

Roja Yekşemî 26`ê Banemerê, ew 2 çalakvanên kedkarî, piştî binçavkirina wan ji aliyê taya 3 a lêpirsîna dadserya giştî û şoreşa bajarê Seqizê û sepandina barimteyê bo azadkirina demkî, bo girtîgeha wî bajarî hatne veguhastin.

Tohmeta ku bi ser wan 2 çalakvanên kedkariyê de sepandine,“propagende li dijî nizam, lêdarxistina merasima roja cîhaniya kedkaran û belavekirina wêne û vîdiyoyên peywendîdar bi wê rojê li torên civakî”,hatine ragihandin.

Lêpirsê dosyeya navbiriyan bo azdkirina her yek ji wan, barmiteya 40 milyon Tumenî diyarî kiriye.

Ew 2 çalakvanên kedkarî, li derheq wê barimteyê de nerezayetiya xwe nîşan dane û ragihandine ku ti core barimteyekê qebûl nakin.