Dosyeya 9 çalakvanên sinfî ên mamosteyan bo dadgeha giştî a Şoreşê a li Seqizê hat şandin

18:36 - 3 Gulan 2022

Dosyeya 9 kes ji endamên Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistanê (Seqiz û Zîvîye) ên bi navên “Awat Rezewî, Leyla Înayetizade, Tahir Hamidî, Tahir Qadirzade, Amanc Emînî, Ezîz Merzî, Ehmed Qadirî, Xalid Ebdullahî û Silêman Ebdî” bo dadgeha giştî a Şoreşê ya li bajarê Seqizê hat şandin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, dosyeya wan 9 çalakvanên sinfî ên mamosteyên xwendingehê piştî beşdarîkirina wan li kombûna nerizayetiyê ên mamosteyan ên li hember îdareya Perwerde û Hînkariya bajarê Seqizê, bo dadgeha giştî a Şoreşê ya wî bajarî hat şandin.

Herwisa wê çavkaniya agehdar ragihand ku, li derheq dosyeya wan 9 çalakvanên sinfî yên mamosteyan û tohmeta ku li dijî wan hatiye sepandin ti zanyariyek serast ber dest nîne.

Roja Şemî 10`ê Banemerê, ew 9 çalakvanên sinfî yên mamosteyan digel Selah Surxî, endamê Encûmena Sinfî a Mamosteyên Kurdistanê (Seqiz û Zîvîye), bo polîsê ewlehî ya bajarê Seqizê hatibûne gazîkirin û gef ji wan xwaribûn li hegera beşdarîkirina li kombûnên nerizayetiyê yên mamosteyan ên li roja 11`ê Banemerê de, dosyeya wan dê bo dadgeha giştî a Şoreşê ya wî bajarî bê şandin.

Roja Şemî 10`ê Banemerê, “Selah Surxî” endamê Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistanê (Seqiz û Zîvîye) , ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin.