Dosiya du qurbaniyê teqîna mînê bê encam maye

18:50 - 3 Nîsan 2021

Dosiya du qurbaniyên teqîna mînê yên bi navên “Mensûr Muradî”, rûniştiyê bajarê Seqizê û “Umîd Heyranî”, rûniştiyê taxa “Tirxanava” yê ser bi bajarê Baneyê, tevî lepeykevtinê heya niha bê encam maye.

Mensûr Muradî roja 15`ê Banemera sala 1397`an, li dema xirkirina giyayê buharê li çiyayên derdorê gundê “Îshaqava” yê ser bi devera Serşêv a Seqizê, bi sedema teqîna mînê her du lingên xwe ji dest dane. 

Ew qurbaniyê mînê ku tevî xîzan û du keçên xwe li yek ji taxên perawêzxistî yên bajarê Seqizê jiyana xwe derbas dikin.

Herwisa lipeykevtina dosiya Umîd Heyranî, yek din ji qurbaniyên teqîna mînê ye, ew piştî 32 salan heya niha bê encam maye û navbirî xwezyarê pêregihîştina dosya xwe ye.

Umîd Heyranî, zivistana sala 1367`an, dema ku dersxwanê pola yekem a destpêkî bû, li gundê “Dosîne” yê ser bi devera Nenûrî ya ser bi bajarê Baneyê ku kevtiye 20 KM wî bajarî, tevî hevalên xwe çaşniyeke mînê peyda kirin û mîn teqiya û “Umîd” çavê xwe yê rastê ji dest daye û yek ji hevalên wî jî her du destên xwe ji dest dane.

Meha Xezelwera sala 1398`an, Osman Muzeyiyen, Parêzerê Dadgehê, hindek axavtin li ser yasayên çavedêrî li ser qurbaniyên mîn û bandora komîsiyonên madeya 2 a fermandarî ji pêregihîştina bi mafê wan qurbaniyan da xuyakirin.

Muzeyen ragihandiye: “Li gor yasayê dema ku kesek bi sedema teqîna mînê canê xwe ji dest dide yan birîndar û kêmendam dibe, dibe dosiya wê/wî kesê li komîsiyona fermandariyan nasrav bi komîsiyona madeya 2 bikeve rû”.

Herwisa wî parêzerê li derheq meşa pêregihîştina bi dosya qurbaniyên mînê ragihand: “Bunyad Şehîd û Umûra îsargeran, belgenameya wan dosiyan xir dike û dosiyayan radestî komîsiyonê dike, lê ew pirsgirêka ku qurbaniyên mînê li navçeyên Kurdnişîn digel rû bi rû ne eve ye ku piraniya dosiyayan, hin ji wan 10 sal, 20 sal û yan jî zêdetir ji 20 salan e ku di komîsiyonê de ne û rewşa û qedera takê qurbanî yan bicîmayî, nexuya ye û sedemeke cuda bo wê pirsê heye.

“Osman Muzeyen” cext kiriye: “Bunyad Şehîd ku xwe aliyê beramber e di wê komîsiyonê de amade ye, Bunyad Şehîd û Umûra îsarger, digel wê ku ew kesane bi şehîd yan kêmendam bê nasîn û pereyek bo bijîva jiyana wan berçav bigre, dijayetî dikin û di çarçêveya kombûnan de, Bunyad Şehîd û Umûra Îsargeran dijberê wê ne ku qurbaniyên mînê wekî şehîd yan kêmendam bêne nasîn.