Doma koma kirina Mahwareyan ji aliyê Hêzên Întizamî yên Îranê

12:48 - 25 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Hêzên Întizamî li bajarê Merîwanê bo carek din çûne gundên herêmê û dest bi ser dezgehên mahwareyan de girtin.

Li gor nûçeya gihîştî bi nûçegihaniya kurdpa, sebêdeya roja Yekşem 25’ê Şibata 2013’an hêzên întizamî yên dewleta Îranê çûne gundê “Mûsik” û dest bi komkirina Mahwareyan kirine, û karê han tewî nerazîbûna xelkê ber bi rû bû û li encamp de li nawbera xelkê û hêzên delete şer çêbû.

Çavkaniyek haydar li boyer bi ajnsa kurdpa ragehand: Hêzên dewletê li detpêka meha Şibatê heya niha 4 caran êrişî ser gundê Mûsik kirine û malên wan geriyane û hejimarek berçav dezgehên mahwareyan û dîşên wan zewt kirine.

her wiha hêzên Întizamî çend rojan beriya niha erişî ser herêma Mirgewera bajarê Urmiyê kiribûn û li encamp de şer û pevçûn di navbera hêzên dewletê û xelkê de çêbibû.