Doma kom kirina satelaytan û hereşe kirin bi welatiyên Kurd

13:53 - 1 Kanûna Paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: li doma prosa bandora hêzên intizamî ser welatiyên Kurd li herêmên Kurdistaniyên Îran, welatiyên ji Rewanserê tûşî herşa girtin û bandora wan hêzan bûne.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, hêzên intizamiyên hukûmeta islamiya Îran, li gundên Gur Gawî, Qelaya Riza û Hesen Ava ku li swer rêka Kirmanşan-Rewansere, bin 10an dezga û dîşên satelaytan yên welatiyên Kurd kom kirine.

Bi gotina serekaniyik agadar, ew hêzane bêyî derfet dan çone naw wan gundan û xêncî wekolîna malên welatiyan, dest danîne ser dezga û dîşê welatiyan.

Tê gotin ku hêzên intizamî li rojên Yekşem û Duşema borî de çone van gundan û bi welatiyan ragihandine ku heger car din behre ji satelaytan bibin, serewey hindê ku yê zewt bikin, yê tûşî hukmên dadgehê bibin.

Li midê salên borî de li pitir herêmên Kurdistaniyên Îranê de kom kirina dezgayên satelaytan bi destê milîtarên hukûmeta islamî hebûye û gorekî wan raportên ku bi ajansa Kurdpa gihîştine, welatiyên Kurd li pitir ji ciyên din tûşî wan hêzane bûne.