Dizîna Pêz û Heyvanên Xelkê Eywanê

15:14 - 14 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Çend kesên nenaskirî hejimarek berçav ji pêz û heywanên welatiyên çend gundên ser bi herêma “Eywan”a parêzgeha Kirmaşanê bi talan birin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, çend rojan beriya niha çend kesên nenaskirî çûne gundên “Kele Cûb” û “Çar Mile”a ser bi bajarê Eywan ê û hejimarek berçav ji Pêz û malatên gundiyan dizîn.

Heta dema bilav bûna vê nûçeyê û serbarî lêkolîn û dûdaçûna gundiyan, tu kes ji aliyê hêzên Întizamî li ser vî karî nehatiye girtin.

Her wiha çend rojan beriya niha kesekê bi eşkere û li berçavê welatiyên gundê “Gelên”ê, 20 ser ji pêz û malatên welatiyên wî gundî bi talan birin.