Diyardeya xwekuştinê di Kurdistanê de dom heye

16:05 - 19 Gulan 2018
Ajansa Kurdpa: Di doma diyardeya xwekuştina hevwelatiyan di Kurdistanê de, du ciwanên xelkên bajarên Kamyaran û Urmiyê dawî bi jiyana xwe anîn.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, roja Pêncşemî 27`ê Banemerê, ciwanekî Kurd yê xelkê bajarê Kamyaranê, bi sedemeke nediyar dawî bi jiyan xwe anî.

Nasnameya vî ciwanê Kurd “Armîn Qubadî”, kurê “Mensûr Qubadî” xelkê gundê “Lonî Sadat” a girêdayî bajarê Kamyaranê hatiye ragehandin.

Ji aliyekî din ve, demjimêr 5`ê êvariya roja Pêncşemiyê kedkarekî Kurd yê ku di şehreka “Îslamabad” a bajarê Urmiyê, ku di kargeha kabînêtsaziyê de kar dikir, xwe lidar vekir.

Herçend ku nasnameya vî ciwanê kedkar yê Kurd nehatiye zelalkirin, lê çavkaniyên xwecihî bas ji vê kirine ku, vî ciwanê Kurd bi sedema nebaşbûna rewş û derbazkirina jiyanê dawî bi jiyana xwe aniye.

Ji aliyekî din ve jî, keçeke ciwan û temen 17 salî, xelkê gundê “Tazava” ya girêdayî devera “Hîlîlan” a ser bi parêzgeha Îlamê, bi sedema destengî û hejariya malbatê, nekarîbû navê xwe ji bo çûna zanîngehê binivîse, eva di demekê de ye ku ev keça Kurd di hemû devrên dersa xwe de, ji bo çûna zanîngehê serkevtî bibû, lê ji ber destengiya malbatê, dawî bi jiyana xwe anî.

Civaknas û şarezayên warê derûnî, li ser vê baweriyê ne ku, hejarî, destengî, hebûna bêhêvîbûnê di nav ciwanan de, sedemên serekî yên diyardeya xwekujiyê di nav zarok û ciwanan de tê hesbandin.