Diyar Ebasî bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Mehabadê azad bû

17:21 - 27 Tebax 2022

Roja Înê 4`ê Xermananê, Diyar Ebasî, xelkê gundê “Birco” a girêdayî Bexşa Xelîfan ya ser bi bajarê Mehabadê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hat azadkirin.

Ew welatiyê Kurd bi danîna barimteya bi qasî 800 milyon Tumenî, bi awayê demkî heta dema birêveçûna qonaxên dadgehê li girtîgeha bajarê Mehabadê hat azad kirin.

Roja Sêşemî 28`ê Pûşperê piştî bidawî bûna heyama lêpêçînê, di yek ji girtîgehên ewlehî yên li bajarê Urmiyê bo girtîgeha bajarê Mehabadê hatibû veguhastin.

Ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de ji destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.

Roja Sêşemî 24`ê Cozerdanê, Diyar Ebasî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî li meydana “Îstqlal” ya bajarê Mehabadê de, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Berê navbirî endamê yek ji partiyên Opozisyon yênhikûmeta Îranê bûye û piştire bo Îranê vegeriyaye.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî welatiyê Kurd hatine sepandin ti zanyariyek serrast ji dest tune ye.