“Diyako Balekî” ji girtîgeha bajarê Merîwanê çû bo murexesiyê

18:43 - 13 Hezîran 2021

Roja Şemî 22`ê Cozerdan, girtiyê siyaysiyê Kurd ê bi navê “Diyako Balekî” 27 salî kurê Hesen û xelkê bajarê Merîwanê ji girtîgeha wî bajarî çû bo murexesiyê.

Ew girtiyê siyasî di dawiya Pûşpera sala 1398`an de bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî bi dawîhatina heyama lêpirsîna wî, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatibû azadkirin.

“Diyako Balekî” sala 1399`an bi tohmeta “endambûn li yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” bi 5 sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan û ew cezaye bo cara duyê bo du sal û şeş meh girtîgeha te`izîrî hatibû kêmkirin  û di dadgeha pêdaçûna bajarê Sineyê de bi 18 meh girtîgeha te`izîrî hatibû guhartin û navbirî li meha Banemera îsal bo cîbicîkirina cezaya xwe bo girtîgeha bajarê Merîwanê hate veguhastin.  

Ew girtiyê siyasî li Newroza sala 1398`an de jî, ji aliyê hêzên ewlehî ve û bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê” ji aliyê dadgeha şoreş a bajarê Merîwanê bi 6 meh girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan û piştî bi dawîhatina wê cezayê ji girtîgeha bajarê Merîwanê hatibû azadkirin.