Dîsan welatiyekî Kurd hate desteserkirin

16:00 - 4 Tebax 2019
Ajansa Kurdpa: Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate desteserkirin û bo cihekî nexuya hete veguhastin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Pêncşemî 10`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Seyîd Riza ehmedî” û kurê Seyîd Elî û xelkê gundê “Tirkeş” a girêdayî bajarê pîranşarê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate dseteserkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên îtila`atê bi bê hebûna destûra yasayî ew welatiyî Kurd desteser kirine û ji qedera wî tu zaniyariyek li ber dest nîne.

Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn ku, heya niha li pey ketina malbata wî welatiyî Kurd ji qedera kurê xwe bê encam mane.

Tê gotin ku, hêzên îtila`atê ew welatiyî Kurd bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd ên opozisiyon ên hikûmeta Îranê” desteser kirine.

Ew welatityê xelkê bajarê Pîranşarê xwediyê du zarokan e.

Ji aliyekê din ve jî, roja Şemî 12`ê Gelawêjê,
Welatiyekî Kurd ê bi navê “Cemal Dustan” ê xelkê bajarê Urmiyê, piştî dawî hatina lêkolîna wî di girtîgeha îdareya îtila`ata Spaha Pasdaran de, bo benda 3 û 4 a girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê veguhastine.

Ew welatiyê Kurd roja 10`ê Gelawêjê, bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd ên opozisiyon ên hikûmeta Îranê hatibû desteserkirin.