Dîsan kolberên Kurd bûne armanca gulleyên hêzên leşkerî yên rejîmê

23:09 - 2 Şibat 2019
Ajansa Kurdpa: Kolberekî kurd li ser sînorê bajarê Makoyî bi sebeba gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Hikûmeta Îranê birîndar bû.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di heyama rojên borî de, Kolberê Kurd yê bi navê “Ekber Mihemedlû” temen 34 salî û kurê “Cêmişîd”, bi sedema gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê bi dijwarî birîndar bûye.

Di encama gullereşandina hêzên leşkerî, ew kolberê Kurd di pê xwe de birîndar bûye.

Ew kolberê Kurd, li bilindahîyên “Awacîq” li ser sînorê bajarê Makoyî digel hejimarek kolberên din, rastî bosya hêzên leşkerî yên hikûmetê hatibûn, û hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina pêştir ew dabûne ber gulleyan.

Her di vê derheqê de, roja Yekşemî 7`ê Rêbendan, hejimarek Kolberên Kurd li ser sînorê bajarê Makoyî rastî bosya hêzên leşkerî yên hikûmetê tên û di encama gullereşandinê de jî, kolberê Kurd yê bi navê “Husên Bilxilkanlû” canê xwe ji dest dide.

Hêzên leşkerî bi bê hişdarî dana pêştir, jî wî kolberê Kurd re, ew li nêzîkî gundê “Yarim Qiye” a girêdayî “Kela Dirasî” kirine armanc.