Dîsan kolberekî din bû qurbaniya nan

Ajansa Kurdpa: Kolberekî Kurd yê xelkê bajarê Bane, bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî canê xwe ji dest da.

Li gor rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî, 20 ê Xezelwerê, Kolberekî Kurd yê bi navê “Tahîr Husênî” xelkê gundê “Sedbar” ya ser bi bajarê Banê, bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî canê xwe ji dest da.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê agehdarkirina berê, teqe li wî Kolberê Kurd kirine.

Ew Kolberê Kurd, bi sedema kûrbûna birîna wî demûdest canê xwe ji dest da.

Termê wî Kolberê Kurd bo pizîşkî yasayî ya bajarê Banê hate veguhastin, û radestî malbata wî nehatiye kirin.