Dîsan du hevwelatiyên Kurd dawî bi jiyana xwe anîn

21:44 - 8 Gulan 2019
Ajanas Kurdpa: Du jinên Kurd yên bajarê Seqiz û Sunqur û Kulyay, bi sedema arîşeyên malbatî dawî bi jiyana xwe anîn.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 16`ê Banemer(6`ê Gulan)`ê jina temen 33 salî ya bi navê “Meriyem Ehmedpûr” û xelk bajarê Sunqur û Kulyay, bi sedema arîşeyên malbatî dawî bi jiyana xwe anî ye.

Wisa xuyaye ku, ew jina Kurd dayîka 3`ê zarokan bûye, û xwe daliqandiye û dawî bi jiyana xwe anî ye.

Ji aliyekî dine ve, roja Sêşemî 14`ê Banemer(4`ê Gulan)`ê jineke din ya Kurd ya bi navê “Ferîde Nesîrî” û temen 48 salî û xelkê bajar Sayîn Qela bi sedema arîşeyên malbatî dawî bi jiyana xwe anî ye.

Îran ji aliyê diyardeya xwekujî di nav 4 welatên xwedî heşmetên zêde yên wekî, Çîn û Hindostan, zêditirîn diyardeya xwekujiyê wir diqewme, herwisa parêzgehên Kurdistanê yên wekî, Îlam, Sine û Kirmaşan, li gor parêzgehên din yên Îranê, pileya yekem li warê diyardeya xwekujiyê hevwelatiyan tomarkiriye û tenê parêzgehek wekî Îlamê bi parêzgeha xwekujîyan tê naskirin.