Dîsa qetilkirina kasibkarekî Kurd li Merîwanê

18:47 - 16 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Bi sedema gulle reşandina hêzên leşkerî ên hikûmeta Îslamiya Îranê bi ser kasibkaran de, ciwanekî 24 salî hat qetil kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, şeva borî welatiyekî Kurd yê bi navê Soran Xusrewî kurê Reûl, li devera sînorî a Muran bi gulle avêtina rasterast a hêzên hikûmeta Îranê, li Merîwana rojhilatê Kurdistanê hat kuştin.

Ew kasibkarê Kurd yê di 24 saliya temenê xwe de hatî qetil kirin, xelkê gundê “Kanîsipî” ê ser bi Merîwanê bû.

\"25432.jpg\"
Duşemiya hefteya borî jî kasibkarekî din ê bi navê Firîdûn Nesrulahî xelkê gundê “Ziwîran”ê ser bi Merîwanê li tixûbê “Asinava”, ji aliyê hêzên ser bi Sipaha Pasdaran a Îranê ve gulle bi ser de hatibûn reşandin û jiyana xwe ji desrt dabû.

Bi piştgiriya Navenda Amar û Bîlançoya Ajansa nûçegihaniya Kurdpa, ji destpêka desthilata dewleta “Hêvî û Umîd” a Rûhanî heya niha (zêdeyî sal û nivekî), 34 kasibkarên Kurd tenê li parêzgeha Sine ya rojhilatê Kurdistanê, li deverên tixûbî hatine kuştin û birîndar kirin.