Disa li Îranê îdam/ Darvekirina 6 girtiyên Kurd ên bawermend

13:40 - 4 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Berbanga sibeha îro çerşemî 4 gulana 2015’an, hikûmeta Îslamiya Îranê 6 girtiyên Kurd ên bawermend bi Xwedê û dijî sîstema wî welatî, li zindana Recaîşehra a Kerecê daliqandin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, 6 zindaniyên Kurd ên şopînerên ola Îslamê û peyrewên mezheba Sune, doh sêşemî 3’ê Adarê bo odeya tenê kesê hatbûn veguhestin ku îro beriya destpêkirana şefeqê, li hepsxaneya bajarê Kereca Îranê hatin îdamkirin.

Peyamnêrê Kurd nasnameya wan 6 kesane; Hamid Hamidî kurê Hebîbullah (33), Kemal Melayî kurê Ehmed (30), dû bira; Cemşîd(29) û Cehangîr (28) Dêhqanî kurên Xweda Rehim, Sêdîq Mohemmedî kurê Husên (28) û Seyîd Hadî Husênî kurê Mehyedîn (31) salî, destnîşan kir.

Tevî vêyekê ku malbata girtiyan û hindek çalakvanên siyasî û parêzerên mafên mirovan li zindanê bûn û daxwaz li karbidestên payebilind ên Îranê kirin ew kûm birê ve neçe,lê hikûmeta Îslamiya Îranê ew 6 ciwan, bi gotina xweşka kesekî hatî daliqandin, xistibûn qefesekî û dest û pêyên wan girêdaî ber bi darê îdamaê birê kirin.

\"25113.jpg\"
Cemşîd, Cehangîr Dêhqanî, Hamîd Ehmedî, Kemal Mewlayî, Sêdîq Mohemmedî û Hadî Husênî 6 girtiyên bi bawer ên li Kerecê hatî daliqandin
Hêjayî gotinê ye darvekirina wan 6 zindaniyên Kurd ên bawermend di demekê de ya ku Saziya Efû û Lêborîna Nawneteweyî û Navendên parastina mafên mirovan, ji Îranê xwestibûn darvekirina wan girtiyan bide rawestandin. Lê ne tene guhê karbedestên hikûmeta Îranê deyndarê wan gotinan nîne belkî pitir ji caran; wek ketina guran bi nav keriyên siwalan, roj nebe ku qetlîaman li welatê xwe pêkneyîne û kuştinên nenormal neyîne holê.

Beriya vê ku Rûhanî Desthelatê bidest bixe, soza rawestandina Îdaman bi hewelatiyan dabû, lê hîna bi derbas nebûna salek û nîv ji temenê Dewleta binavê “Umîd û Hêvî” ya wî re, bi hezaran kes hatine daliqandin û tune kirin.

Hikûmeta Îslamiya Îranê, her kes ku qaşo Sîstema wan ya bi navê “welayeta Kamîl a Feqîh” (cîgrê Xwedê ser erdê) û herwiha dijberî tac û rextê wan yê melatî û siyasetî derkeve( tu kesek dibe bila bibe), yê wan bi darvekirin û îdaman re rû bi rû bihîle.

pêwîste bê gotin îro li welatê Îranê bi cihê Xumênî ku afrînerê sîtema “Welayeta Feqîh” e Xamineî wê rêçê dişopîne.

\"25115.jpg\"

\"25116.jpg\"

\"25117.jpg\"

\"25118.jpg\"

\"25119.jpg\"