Dîsa li Îran û Kurdistanê mamoste rabûn ser piyan+Wêne

16:14 - 17 Nîsan 2015
Ajansa kurdpa: Li piraniya bajarên Kurdistan û Îranê, mamostayan bi nîşaneya bertekdan bi ciyawaziyên navbera wezîfedaran li wî welatî, rijiyan ser şeqaman û silogan avêt in.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, duh pêncşemî bervar 16`nîsan (avrîl) a 2015`an, hejmarek berçav ji mamostayan li Îran û Kurdistanê, derketin kolanan û li ser pirsgirêkên xwe yên jiyanê û bêbersiv mana xwestekên wan yên bi sozdanên xapînok ji aliyên berpirsên hikûmetê ve, hember birêveberyên Perwerede û Hînkirinê meş li dar xistin.

Mieliman li xwepêşndana nerazîbûnê de dawxwaza mafên xwe yên rewa wek; zêdekirina miaş, başkirina rewşa jiyanê û jiholê rakirina ciyawaziya navbera xwe û wezîfedarên din yên hikûmetê de kirin.

Cî bi cî kirina pêşnûmeya (zêdekirina miaşê wezîfedarên hikûmî) bi bêy berçav girtina mamostayan, ji xwesteka herî sereke ya mieliman di wan xwepêşandanan de dihat hesiband in.

Bi gotina peyamnêrê Kurdpa li Îlama rojhilatê Kurdistanê; zêdeyî 300 mamosteyan hember îdareya Perwerde û Hînkirna wî bajarî kombûn û daxwaza ci bi cî kirina xwestekên xwe kirin.

Gor raportên hatinî belav kirin; mamostayan li bajarên Îlam, Sine, Urmiye, Kirmaşan, Gîlana rojava, Qurwe, Bokan, Bane, Kamyaran, Pîranşeghr, Seqiz, Bîcar, Merîwan, Serwabad û Îywanarojava dest bi xwepêşandana kirin û daxwaza ji holê rakirina ferq û ciyawaziyên navbera mafên fermanberan Li welatê Îranê û baş kirina rewşa debara jiyana xwe ji aliyê karbidestên hikûmetê ve kirin.
Ji aliyekê din ve li Tehranê û bajarên din yên Îranê jî maosteyan bi plakartên bi nivîs ber deriyên wezaretên Perwerde û Hînkirinê nerazîbûna xwe ji rewşa dijwar a debara jiyanê nîşan dan.

Hêjayî gotinê ye ku li Tehrana paytext, xeynî kombûn hember birêveberiyên Perwerde û Hînkirinên wî bajarê mezin, muliman hember parlamentoyê jî silogan avêtin û daxwaza mafên xwe yên rewa kirin.

Hat ragihandin ku ew xwepêşandan bi awayekî xweser û bê hemahengiya tu navendeke hikûmetî, hat organîze kirin.

Pêştir ji zivistana borî li meha subatê, mamosteyan li Kurdistan û Îranê daxwaza ci bi cî kirina xwestekên xwe ji karbidestên hikûmeta Îslamiya Îranê kirbûn, lê tu bersevek bi wan nehatibû dayîn.(Di piratîkê de xwstekên mielim û fêrkeran ji aliyê birêveberên wezareta Perwerde ve neketibûn meriyetê.)

Bi serjimêriyên ku hatinî encam dayîn, zêdeyî 1 milyon mamosta niha li Îranê xwendevana hîn dikin û nêzî 750 hezar mielim jî li wî welatî hatine teqawid kirin (baznişeste bûne.)


Îlam

\"26045.jpg\"

Kirmaşan

\"26046.jpg\"

Urmiye

\"26057.jpg\"

Sine

\"26050.jpg\"

Merîwan

\"26053.jpg\"

Serdeşt

\"26055.jpg\"

Bîcar

\"26042.jpg\"

Bokan

\"26043.jpg\"

Dîywandere

\"26044.jpg\"

Pîranşehr

\"26047.jpg\"

Qurwe

\"26048.jpg\"

Seqiz

\"26060.jpg\"

Gîlanarojava

\"26051.jpg\"

Bane

\"26056.jpg\"

Têkab

\"26063.jpg\"

Zêwiye

\"26062.jpg\"