Dîsa leşkerên Îranê kasibkarek kuştin

15:06 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Di berdewamiya kuştina kolberan de (li rojhilatê Kurdistanê), vêcarê li Seqizê hêzên leşkerî yên Îranê gule bi ser kasibkaran de reşandin û yek ji wan qetil kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi çend rojan kasibkarekî Kurd ê bi navê Kemal Ebdulî ku li deverên çiyayî bazerganiya ser sînor dikir, bi awayekî rasterast, hêzên leşkerî yên Îranê gule bi ser de reşandin û ew kuştin.

Hêjayî gotinê ye, ew kasibkarê kurd li devera Şilêr a ser bi Serşîv a Seqiz, ji aliyê hêzên leşkerî yên Îranê ve hedef hat girtin û jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyeke agah li Seqizê vê derbareyê de ji peyamnêrê Kurdpa re ragihandiye: Kemal Ebdulî piştî vê ku gule bi ser de hatinî reşandin, bi tundî birîndar bibû, piştre ew rakiribûn nexweşxaneyê ku piştî du rojan, bi sedema giraniya birînan jiyana xwe ji dest dabû.

6`ê tîrmehê jî kasibkarekî din ê bi navê Nevîd li Serdeşta rojhilatê Kurdistanê (gundê Şelamaş) ji aliyê leşkerên Îranê ve, gule bi serde hatibûn reşandi ku di encamê de jiyana xwe ji dest dabû.

Şêniyên sînorî ên rojhilatê Kurdistanê, bi sedema bêkarî, nebûna pêdiviyên jiyanê, hejarî û hin sedemên din, bera xwe didin bazerganiya ser tixûban. Salane bi dehan kes ji wan kasibkaran ji aliyê hêzên leşkerî ên Îranê ve tên kuştin û birîndarkirin.

Gorî bîlançoya ku li Navenda Amara ajansa nûçegihaniya Kurdpa hatî tomarkirin, ji destpêka buhara îsal heya niha, zêdeyî 10 kasibkaran ji aliyê hêzên leşkerî yên Îranê ve, hatine kuştin û 11 kolber jî birîndar bûne.