Disa kasibkarekî din ji aliyê Sipaha Îranê ve hat qetil kirin

13:49 - 11 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Di berdewamiya qetilkirina kasibkaran li deverên tixûbî ên Kurdistanê, ciwanekî din li sînorê Merîwana rojhilatê Kurdistanê, bi reşandina gulleyan bi ser de jiyana xwe ji dest da.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja duşemî 9’ê adar a 2015’an, kasibkarekî Kurd ê Merîwanî dema ku bo debara ji yana xwe bi ser pişta xwe bar ber bi Herêma Kurdistanê ve dibirin bû armanca gulleyên sipaha Pasdaran û di encamê de jiyana xwe winda kir.

Nasnameya wî ciwanê Kurd Firîdûn Nesrûllahî xelkê gundê “Zuwîran”ê ser bi Merîwanê hat ragihandin.

Heya niha jî termê wî kasibkarî li nexweşxaneyî radestî malbata wî nehatiye kirin.

Kuştina kasibkaran li Îranê di demekê de ye ku cîgirê Siyasî, Ewlekarî û Civakî yê Parêzgarê Sine roja 1’ê adara 2015’an ragihandibû: “Bi wêrekî ez dikanim bibêjim ; di dema hatine ser kar a Dewleta Çareserî û Hêvî (tedbîr û umîd)a Rûhanî heya niha, tenê kasibkarek jî li sînorên Kurdistanê nehatiye kuştin û birîndar kirin.

Berevajî gotina wî berpirsê hikûmeta Îranê yê bi navê Elîriza Aşnager, bi piştgiriya Navenda Serjimêriya ajansa nûçegihaniya Kurdpa, ji destpêka bi desthilat gihîştina Hesen Rûhanî wek serkomarê Îranê heya niha 32 kasibkarên Kurd, tenê li parêzgeha Sine bi gulle avêtina resterast a hêzên leşkerî ên wî welatî ve hatine qetilkirin û birîndar bûne.