“Dilêr Îskenderî” bo taya 2 a lêkolînê ya dadgeha giştî ya bajarê Sineyê hat gazîkirin

18:55 - 2 Tebax 2022

Roja Duşemî 10`ê Gelawêjê, “Dilêr Îskenderî” çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Sineyê, bo taya 2 a lêkolînê ya dadgeha giştî ya Şoreşê ya wî bajarî, hat gazîkirin.

Ew çalakvanê medenî li gorî wê daxuyaniyê ku ji sîstema “Sena” ya hêzên dadwerî ve ji wî re hatibû ragihandin, bi tohmeta “piropagende bo berjevendiyên girûp û saziyên dijberên hikûmeta Îranê”, bo taya 2 a lêkolînê ya dadgeha giştî ya Şoreşê ya bajarê Sineyê, hatiye gazîkirin.

“Dilêr Îskenderî” piştî amadebûn li taya 2 a lêkolînê ya dadgehê û tomarkirina axavtinên wî, bi danîna barimteya 100 milyon Tumenî heta dema dadgehîkirinê, hatiye azadkirin.