Dîktatoriya Îranê/ Çend rojên borî rekora îdaman şikand

14:24 - 5 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Di hef rojan de, li zindanên welatê Îranê, 30 kes bi cezayên cihê reng hatin darvekirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di hefteya borî de, hukmê îdam kirina 30 welatiyên Îranî, li zindan û hindik ciyan jî li berçavên xelkê hat cî bi cî kirin.

Bi piştgiriya Navenda Amara ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja duşemî 29’ê çileya pêşîn a 2014’an, 7 welatiyên bajarên Sine, Kirmaşan û Şîraz, bi tometa bazerganî kirin bi madeyên hişber, li zindana Urmiyê hatin bi dar ve kirin.

Roja sêşemiya hefteya borî jî, 3 welatiyên din li girtîgeha “Adilabad” a Şîrazê, hatin daliqandin.

Herwiha çarşemiya hefteya derbasbûyî, welatiyek li Zahîdan, ciwanekî 30 salî xelkê Qûçan a Xurasana bakûr li zindana Nuşehr, hemwelatiyekî Selmasî jî, li hepsa Uemiyê hatin îdam kirin.

Roja pêncşemiya borî jî 4 jin li zindana bajarê Bem, 2 mêrd li zindana BenderEbas, 7 kes li girtîgeha Şehab a Kirman û welatiyekî bajarê Urmiyê jî, li Qezwînê hatin darvekirin.

Di berdewamiya wan îdamane de, doh yekşemî 30 welatîiyên din li bajarê “Terîqe Şandîz” li parêzgeha Meşhed , ber çavên xelkê û berpirsên hikûmeta Îranê, hatin daliqandin.

Ew 30 hemwelatiye, bi tometên bazirganî kirina madeyên hişber, destdirêjiya cinsî û diziyînê, bi cezayên îdamê hatibûn mehkûm kirin ku hukimê wan du birêve çû.