Dijberî digel mirexesiya Yasir Edwayî ji aliyê girtîgeha bajarê Merîwanê ve

23:12 - 27 Adar 2021

Girtiyekî siyasî yê Kurd yê bi navê “Yasir Edwayî” 28 salî û xelkê gundê “Silîn” yê ser bi bajarê Sewlava li girtîgeha bajarê Merîwanê ji mafê mirexesiyê hatiye bêparkirin.

Ew welatiye Payîza sala 1399`an ji aliyê dadgeha şoreş ya bajarê Merîwanê ve bi tohmeta “endambûn digel yel ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” bi 5 sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan û ew cezaye di dadgeha pêdaçûnê de bi 3 sal girtîgeha te`izîrî hatibû kêmkirin.

“Yasir Edwayî” piştî hatina dengê dadgeha pêdaçûnê, Rêbendana sala 1399`an bo cîbicîkirina cezaya xwe, xwe bi girtîgeha bajarê Merîwanê da nasîn û bo wê girtîgehê hate veguhastin.

Ew girtiyê siyasî Cozerdana sala 1399`an bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî 45 roj girtîgeh bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatibû azadkirin.