Digel daxwaza mirexesiya “Huşmend Elîpûr” dijayetî hate kirin

19:03 - 17 Çirriya paşîn 2021

Roja Sêşemî 25`ê Xezelwerê, taya 4 a birêvebirina ehkam a cezakirinê ya bajarê Sineyê, digel daxwaza mirexesiya girtiyê siyasî yê Kurd girtiyê girtîgeha navendî a wî bajarî“Huşmend Elîpûr”, dijayetî kir.

Taya 4 a birêvebirina ehkama keyferî ya bajarê Sineyê bi sedema dijayetî digel madeya 513 a yasayên Olî ya dadresê keyferî digel daxwaza wî girtiyê siyasî dijayetî kirin.

Di meha Rezbera sala 1399`an de ew girtiye piştî hilveşandina cezaya îdamkirinê li dîvana bilind a welat û dadgehîkirina dubare, bi 38 meh girtîgeê hate cezadan.

Di roja Sêşemî 25`ê Xermanana sala 1399an de cezaya îdamkirina “Huşmend Elîpûr” li dîvana bilind a welat hate helveşandin.

Di meha Befranbara sala 1398`an de dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê, girtiyê siyasiyê Kurd “Huşmend Elîpûr”ê xelkê bajarê Serdeştê bi îdamkirin û girtiyê siyasî yê Kurd “Mihemed Ostadqadir” û xelkê bajarê Seqizê bi 5 sal girtîgeha te`izîrî hate cezada.

Di roja Yekşemî 8`ê Befranbara sala 1398`an de ew cezayane bi malbat û parêzerên wan du girtiyên siyasî hatibû ragihandin.

“Mihemed Ostadqadir”, li 2`ê Banemera sala 1399`an, bi awayekî demkî ji girtîgeha bajarê Sineyê hatibû azadkirin.

Ew du girtiyên siyasî yên Kurd, li 9`ê Xezelwera îsal, bi tohmeta “bexî” (dijayetî kirin digel xwedê) bi beşdariya “Elî Sakinî”, parêzerê dosiyên wan li taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê, hatibûne dadgehîkirin.

Ew du girtiyên siyasî yên Kurd, li 12`ê Gelawêja sala 1397`an bi tohmeta “endambûn li yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê”, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin û piştî 108 roj ji binçavkirina wan, li roja 28`ê Xezelwera heman salê bo qerentîneya îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hatibûne veguhastin û ew du girtiyên siyasî piştre li 5`ê Befranbara sala 1397`an bo girtîgeha navendî ya bajarê Sineyê hatibûne veguhastin.

Piştî binçavkirina wan du girtiyên siyasî, deng û rengê hikûmeta Îranê îtirafkirina bi zorê ya wan du welatiyan belavkir, piştre malbatên wan du girtiyên siyasî ragihand ku ew îtirafkirên wan bi sedema givaş û îşkenceya hêzên Îtila`atê bûye.