Digel azadiya mercdar a “Bapîr Berze” dijayetî hate kirin
Taya 1 a dadgeha pêdaçûn li bajarê Urmiyê digel azadiya mercdar a girtiyê siyasî ê Kurd “Bapîr Berze”ê xelkê gundê “Çiyane” yê girêdayê bajarê Pîranşarê dijayetî hate kirin.
Di destpêka îsal de jî, taya 1 a dadgeha pêdaçûna bajarê Urmiyê daxwaza azadiya bi pêbenda elektronîkî ya wî girtiyê siyasî red kiribû.
Ew girtiyê siyasî piştî erêkirina berpirsên qezayî bo girtîgeha wekirî hatiye veguhastin.
Roja Yekşemî 20ê Rezbera sala 1399`an, ew girtiyê siyasî piştî 8 rojan ku bi vîrûsa Koronayê kevtibû îzna murexesiya dermanî bi wî re hatibû danê.
Roja Sêşemî 1ê Rezbera sala 1399`an, ew girtiyê siyasî bo derbaskirina heyama binçavkirina xwe, xwe bi girtîgeha bajarê Nexedeyê dabû nasandin.
Di meha Gelawêja sala 1399`an de, cezeya girtina wî welatiyê Kurd di taya 1 a dadgeha pêdaçûn a bajarê Urmiyê de ji 4 sal bo 2 sal û 6 mahan hatibû kêmkirin.
Kêmkirina cezaya girtigeha tezîrî ya “Bapîre Berze” bi cîbicîkirina pesendkiriya meclisa şêwreya Îslamî li derheq kêmkirina cezayên teizîrî hate kêmkirin û dosyeya navbirî di taya 1 a dadgeha pêdaçûnê ya bajarê Urmiyê bo carekê din lêkolîn li ser kiribûn.
Pûşpera sala 1398an, cezaya 8 meh girtina “Bapîre Berze” li bi şikayeta Wezareta Îtila`atê di taya 1 a dadgeha pêdaçûnê ya bajarê Urmiyê bo 4 sal girtîgehê hatibû zêdekirin.
Di meha Rêbenadana sala 1398an de “Bapîre Berze” di taya 102 a dadgeha keyferiya 2 a bajarê Pîranşarê bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên kurdî ên Opozîsiyona hikûmeta Îranê” bi 8 meh girtîgehê hatibû cezadan û piştî heyamekê bi danîna barimteya 220 milyon Tumenî bi awayekî demkî hatibû azadkirin.
Navbirî li meha Sermaweza sala 1398`an ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtila`ata Spaha Pasdaran li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.