Di sînorê bajarê Urmiyê de Kolberek birîndar bû û 3 Kolberên dinê jî hatne binçavkirin

18:47 - 16 Tebax 2020

Êvareya roja Şemî 25`ê Gelawêj, kolberekî Kurd ê bi navê “Silêman Mehmûdiyan” kurê “Seîd” xelkê gundê “Şeqlava” a ser bi devera Mirgever a Urmiyê bi sedema teqeya hêzên lêşkerî yên hikûmetê ve hate birîndarkirin û sê kolberên din yên bi navên “Pervîz Mihemedî kurê Xalid xelkê gundê Bavan, Samî Mihemedî kurê Feysel xelkê gundê Bavan û Cefer Mihemedî kurê Xelîl û xelkê gundê Bavan”  ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hatine binçavkirin.

ew hejmar ji kolberên xelkê devera Mirgever di sînorê bajarê Urmiyê de ketin nava kemîna hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê bi bê agehdar kirina berê teqe ji wan kirin.

 “Selman Mihemedî” ku hatiye birîndarkirin, bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê hate veguhastin û niha jî bin çavedêriya pizîşkî de ye.

Kolberên ku hatinî binçavkirin jî heya dema bilavkirina wê nûçeyê di girtîgehê de ne.

Wêne: “Samî Mihemedî, Pervîz Mihemedî û Cefer Mihemedî”