Di sînorê bajarê Selasa Bawecanî de kolberek birîndar bûye

17:36 - 11 Kanûna pêşîn 2021

Roja Pêncşemî 18ê Sermawezê, kolberek ê bi navê “Zahid Qadirjijad” ê kurê “Walî” û xelkê gundê “Banî Hewê” yê ser bi bajarê “Selasa Bawecanî”, di encama teqeya rasterast a hêzên leşkeriyên hikûmeta Îranê de li sînorê “Recewî” yê wî bajarî hate birîndarkirin.

Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê bi bê agehdarkirina berê, teqeya rasterast li wî kolberî û hejmarek din li kolberan kirine.

“Zahid Qadirnijad” bo çareserkirina pizîşkî, bo navendên pizîşkiyê hatiye veguhastin.