Di sê mehan de, 47 hemwelatiyên Kurd, 196 sal hikmê zîndanê jê re hatiye dayîn

12:20 - 2 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Dezgeha Dadê a Hikûmeta Komara Îslamî a Îranê, di heyamê sê mehên borî de, 196 sal hikmê “tezîrî” û 8 sal hikmê helawîsî bo 47 hemwilatiyên Kurd, di herêmên Kurdakincî de, derxistî ye.
Pêka vê amarê û ew zaniyariyên ku li ber destan dene, Dadgeha Şoreşa “Îslamî a Îranê” di heyamê sê mehan de, di 47 faylên cuda de, 47 hemwilatiyên Kurd ku piraniya wan çalakên siyasî û çandî ne, bi 196 sal zîndan mehkûm kiriye. Di encama wan dadgehiyane de hikmê 8 sal zîndana helawîsî bo çalakên siyasî-çandî patine pejrandin. Hin li wan çalakan bi dûr xistina wan bo hepsîxaneyên bajarên din ku dûr in li cihê jiyana wan hatine ceza kirin.