Di Rojhilatê Kurdistanê de 5 welatî di dema xwe avêdanê de xendixîn

18:22 - 26 Hezîran 2021

Roja Înê 4`ê Pûşper, nûgihanek ê bi navê “Saman Yûsifînijad”, temen 15 salî û herwisa ciwanek ê bi navê “Samran Yûsifînijad”, temen 21 salî, xelkê gundê “Qeretepe”, bi sedema neşarezayî li melevanîkirinê, li çemê “Heyran”ê li bajarê Miyanduavê, xendiqîn.

Çavkaniyên xwecihî bas ji wê yekê dikin ku ew du welatiye bira ne.

Ji aliyeke din ve, ciwanekî temen 19 sal û xelkê bajarê Selmasê, di dema xwe avêdanê di avbenda “Nezerava”yê de xendiqî.

Herwisa li bajarê “Giyelan”ê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, ciwanekî xelkê wî bajarî, di dema xwe avêdanê de li avbenda “Giyelan”ê de xendixî.

Di heman rojê de û li bajarekî din yê Kurdistanê, ciwanekî xelkê bajarê Mihabadê ku digel malbata xwe çûbûne seyranê, li çemê “Zê” li nêzî gundê “Guman” ê ser bi bajarê Serdeştê, di avê de xendiqî.

Nebûna nîşandekên agehdarkirin, nebûna çavedêriya navendên bi hawarveçûnê li ser çeman û neşarezatiya welatiyan li melevaniyê, ji sedemên sereke yên xendiqîna welatiyan di demsala germayê de têne hisêb.