DI OPERASYONEK BI GAZÊ HÊSIRBARÎN DE GENCEK KURD HATE BINÇAVKIRIN

14:06 - 16 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Hêzên Ittila’atê, bi bikar’anîna Gazê Hêsirbarîn, gencek li “Selasê Bwecanî” dest biser kirin.

Pêka Ajansa Nûçeyiya Kurdpa, roja Duşembê hilkefta 14’ê Tebaxê “Saman Elî Weysî” temen 22 salî û kurê Emîn, ji aliyê Hêzên Ewlehiye Ittila’atê ve li beşa “Taze Awa”a Selasê hate binçavkirin.

Nûçegihanê Kurdpa li Selasê kifşandiye, Hêzên Ewlehî, Gazê Hêsirbarîn Malbat wî Be’candine.

Li dirêjiya raporê de hatiye, wan Hêzan gelek ji Hewcehiyên nava mal, xistine derve û li Endamên Malbatê jî xistine.

Pêka akinciyan, dema ku Ittila’atê li Saman xistiye û Dayîk û Bavên wî xwastine pêş bi wê karê bigirin, ewna li Dayîk û Bavên wî xistiye.

Heya bevbûna wê Nûçeyê, zanyariyek ji Şûna rawestandin û sedema girtina wî bi dest neketiye.

Pêka amara Navenda Amarta Kurdpa, li destpêka Havîna îsal ve heya niha 89 welatiyên Kurd ji aliyê Hêzên Ewlehî ve hatine binçavkirin.

Ev amar ji aliyê Navenda Amara Kurdpa ve hatiye weşandin û renge ev amar li viya zaftir be.