Di navbera hêzên leşkerî û xelkê gundê “Çeko” şer û pevçûn qewimî

19:07 - 3 Hezîran 2020

Roja Sêşemî 13`ê Cozerdan, hejmarek ji maşînên hêzên leşkerî bi çekên sivik û nîve sivik êrîş kirine ser gundê “Çeko” a ser bi bajarê Serdeştê û digel xelkê wî bajarî rastî şer û pevçûnê hatin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, mebesta hêzên leşkerî yên hikûmetê destbiserdagirtina tiştên kasibkarên wî gundê bûye.

Herwisa wê çavkaniya agehdar got: Hêzên leşkerî bi henceta tiştên qaçax, bi çend maşînên leşkerî ketine nav wî gundê û hewla destbiserdagirtina tişt û hespên kasibkarên wî gundê dan.

Çavkaniya agehdar eve jî got:“Di encama wê êrîşê de, welatiyên rûniştî yên xelkê gundê “Çeko”, digel hêzên leşkerî rastê şer û pevçûnê hatin û îzna destbiserdagirtina tişt û hespên kasibkaran bi hêzên leşkerî yên hikûmetê nedan.

Di dawiyê de wî çavkaniya agehdar ragihand:“Hêzên leşkerî gef ji rûniştiyên wî gundê xwarine ku bi hegera anîna tiştên qaçax dê digel arîşeyên dadwerî rûbirû bibin.