Di navbera hemelatiyê Paweyî û hêzên rejîmê de şer û pevçûn saz bû

16:11 - 24 Şibat 2012
Kurdpa: li kolana Mîrawa li bajarê Pawe de li navbera xelk û hêzên leşkerî ên rejîma Îranê de şer û pevçûn saz bû.
Li gorî nûçeya Ajansa nûçegihaniya Kurdpa piştî vê ku hêzên leşkerî ên hikumeta Îranê li bajarê Pawe dixwastin kalayên destbiser de girtî ên kasibkaran bi cihek din bibin, li gel dijkiryara xelkê kasibkar berbirû bûn.
Her di vê derheqê de xelkê medenî ên bajar jî bi hewara kasibkaran de çûn û li encam de karînbeşek zaf ji kalayên kasibkaran ji hêzên rejîmê bistînin.