Di Kurdistana Turkiyê de 32 berpirsên şarewaniyê di girtîgehê de ne

13:43 - 8 Nîsan 2012
Kurdpa: ji aliyê dezgeha dadweriya Turkiyê ve berpirsyarê şarewaniya Kanî reş li Kurdistana Turkiyê cezayê girtîgehê jêre hate birîn û niha li ser yek 32 berpirsyarên şarewaniyê di girtîgehê de ne.

Malpera Rudawnêt bilsv kir ku Ferîd Çelîk berpirsê şarewaniya herêma Kanî Reş li Kurdistana Turkiyê di çend rojên borî de bi tometa alîkariya PKK û rêxistina neyasayî,ji aliyê dezgeha dadweriya Turkiyê ve cezayê girtîgehê jêre hatiye birîn.

Li encama pêla destbiser kirina endam û alîgirên PKK û endamên BDP li heyamê sala borî de pitir ji 8 hezar kesî û hijmarek ji rojnamevanan û çalakên siyasî ên Kurd hatin destbiser kirin, ku di nav wan de 31 serok şarewanî û 6 parlemeterên Kurd li girtîgehê de hatine ragirtin.