Di Îranê de îdam berdewam e

17:16 - 3 Tebax 2016
Ajansakurdpa: Li dirêjiya pêvajoya îdaman di Îranê de,niha di girtîgeha mezin a Tehranê de, 52 girtî ên jêr temenê 32 salî, çavnihêrê cîbicîkirina hukmê îdama xwe dikin.

Pêka raporta gehiştî bi Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê, di zîndana mezin a Tehranê bi navê ’”fişafuye’’ aliyê kêm 52 ciwanê jêr temen 32 salî çavnihêrê cîbicîkirina hukma îdama xwe dikin.

Pêka wê raportê, li tîpa 1 a wê zîndanê 32 girtî û li tîpa 2, a wê zîndanê 20 girtî yên dinê, hukmê îdama wan hatiye pişrastkirin, ku li ser hev dike 52 kes.

Bi gotina ‘’Nawî pîlay‘’ komîsêrekî payebilind a mafê mirovan li saziya Neteweyên Yekbûyî (NY) de,dibije:
“Di sala 2013’ an de, aliyê kêm di Îranê de 500 kes hatine îdamkirin, û niha 160 kesên dinê ku li temenê zarokî de tûşî tawanê bûne, li zîndanên Komara Îslamî de, li benda hukma îdamê ne.

Demek berî niha di nûtirîn raporta Saziya Lêborîna Navneteweyî de hate belavkirin, Îran di sala derbazbûyî de, wate 2015’ an,997 kes îdam kirine, û li çav salên derbazbûyî 743 kes zêde bûne.

Wê saziyê herwisa Îran bi yek ji wan welatên dijî mafên mirovan, û xwedî hejmarekî zêde ya îdaman di cîhanê de da nasandin.