Di heyamê 23 rojan de li Kurdistana Rojhilat 6 kesan dawî bi jiyana xwe anî
20:51 - 11 Nîsan 2016
Ajansa Kurdpa: Keçek temen 14 salî li bajarê “Qurwê” bi sedemek nediyar dawî bi jiyana xwe anî.
Li gorî rapora gehiştî destê Ajansa Kurdpa yê, roja Yekşemî berwarê 10’ê Nîsanê, keçeke temen 14 salî yê xelkê gundê “Qela” ya ser bi bajarê Qurwê, xwe bidarve kir û dawî bi jiyana xwe anî.
Heya belavbûna vê nûçeyê, aliyên peywendîdar ên hikûmetî di vê derheqê de tu gotinek nekirine û herweha derheq bi sedema xwekûjiya vê keça 14 salî, tu zaniyariyek di dest de nine.
Pispor û şarezayên derûnzaniyê liser vê baweriyê ne ku arîşeyên weke destengiya malbatî, kêşeyên malbatî, bêkarî, xemokî û ... hwd, bi sedemên sereke yên xwekujiyê tên hesibandin.
Xwekujiya kesên ku temenê wan di bin 18 saliyê de ye, li Îran û Kurdistanê de bûye diyarde û roj bi roj ber bi zêdebûnê ve diçe.
Di despêka Newroza Îsal de 6 haletên xwekujiyê ji aliyê Ajansa Kurdpa yê ve hatine tomarkirin.