Di heyama sê mehên destpêka îsla de 89 kedkar birîndar bûne

13:42 - 10 Tebax 2022

Di heyama 3ê mehên destpêka îsal de, li parêzgeha “Sine”yê bi sedema bûyerên kar 89 kedkar birîndar bûne.

Pêwendiyên Giştî yên Pizîşka Yasayî a parêzgeha “Sine” yê belav kiriye ku, li parêzgeha“Sine” yê di heyama 3ê mehên destpêka îsal de, 89 kedkar rastî bûyerên kar hatine.

Pêka raporên Pizîşka Yasayî a parêzgeha “Sine”yê, di nav rêjeya birîndarbûyên 3 mehên destpêka îsal de, 86 kes ji wan mêr û 3 kesên din jî jin bûne.

Çalakvanên warê kedkarî, sedemên canjidestdan û birîndarbûna kedkaran di bûyerên kar de, bo nebûna çavdêrî, nebûna alavên kêrhatî û tendûristiyê dane zanîn.