Di heyama sê mehên destpêka îsal de, 57 kolber hatine kuştin û birîndarkirin

18:23 - 24 Hezîran 2020

Di heyama sê mehên demsala bihar a îsal (1399) de, 57 kolber hatine kuştin û birîndarkirin (19 kûştî û 38 birîndar).

Di gelempera ew 57 kolberane, 45 kolber bi teqeya rasteras a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê canê xwe ji dest dane.

Herwisa, çar kolber bi teqîna mîn, ketin li bilindahî û ketina nav çem hatine birîndarkirin û canê xwe ji dest dane.

Her di vê derheqê de, 8 kolberên din bi teqeya hêzên leşkerî yên Artêşa Turkiyê birîndar û canê xwe ji dest dane.

Ew kolberane di deverên sînorî yên wekî: “Bajarê Urmiyê, Xoyê, Çaldiran, Makû, Şino, Pîranşehr, Bane, Ciwanro û Selas a BaWecanî”, bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê û Artêşa Turkiyê hatine birîndarkirin û canê xwe ji dest dane.