Di heyama Banemera îsal de 29 kolber hatine kuştin û birîndarkirin

13:12 - 24 Gulan 2022

Pêka amara tomarkirî li Navenda Amara Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, di heyama meha Banermera sala 1401`an de bi gelemperî 29 kolber hatine kuştin û bilîndarkirin.

Kuştî: 2 kolber

Birîndar: 27 kolber

Şêwaza hatinî kuştin û birîndarkirinê:

Teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamiya Îranê: 21 halet

Berbûn ji bilindahiyê: 7 halet

Sekinîna dil di dema kolberiyê de: 1 halet

Sînorê Newsûd bi 27 kuştî û birîndaanr(1 kuştî û 26 birîndar), sînorê Şinoyê bi 1 kuştî û sînorê Baneyê bi 1 birîndarî, li ser hev ew sînor in ku di heyama meha Banemera sala 1401`an de kolber hatine kuştin an birîndarkirin.

Berê “Kurdpa”yê di hevpeyvîna digel çavkaniyek agehdar li derheq rêjeya zêde ya kuştina kolberan li sînorê Newsûdê de hatibû agehdarkirin ku, “Zêdetir ji 2 mehan e ku sînorê Newsûdê bi danaberhev a digel mehên derbasbûyî azadtir bibû û kolberan dikarîn hatinûçûnê bikin lê niha, hatiye dayxistin û herwisa hejmarek zêde ji kolber ji bajarên “Îlam, Serpila Zehaw, Ciwanro, Selasa Bawecanî, Rewanser, Kirmaşan û çendîn bajarên din, xelk bo kolberiyê rû li sînorê Newsûdê kirine û her ev yekbûye sedema zêdebûna hejmara kolberan li wî sînorî de.

Herwisa hewce ye bê gotin:

 “Efşar Derbazî” xelkê gundê “Heq”a girêdayê bajarê Şinoyê, xîzandar û bavê zarokek piçûk e û di destpêka meha Banemera îsal de, bi sedema sekinîna dil di dema kolberiyê de canê xwe jidest da.

 “Sefer Subhanî” xelkê Durîsan a girêgayê bajarê Pawê, xîzandar û bavê du zarokan bû û di destpêka meha Banemeraa îsal bi sedema teqeya rasterast a li mewdaya nêzîk ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li sînorê Newsûdê, canê xwe ji dest daye.

 “Ferhad Mînayî û Ramîn Bawecanî” ku, di destpêka meha Banmerê li mewdaya nêzîk rastî teqeya hêzên leşkerî hatibûn  ku temenê wan 15 û 16 salî bûn.

Pêka amara tomarkirî li Navenda Amar a Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê;

Di sala 1400`an a Rojî de, bi gelemperî 225 kolber li Kurdistanê hatine kuştin an birîndarkirin.

(34 canjidestdan, 180 birîndar û 2 bêserûşûn di befir û bagerê de)

Berhevkirin: Evîn Mustefazade