Di heyama 7 mehan de 24 kes bûne qurbaniyê bûyerên ser kar

18:12 - 20 Çirriya paşîn 2021

Birêveberê Pizîşkê Yasayî ê parêzgeha Kirmaşanê “Selîm Xanî” di hevpeyvînekê de digel Nûçegihaniya hikûmetî “Fars” ragihand: “24 kes (23 mêr û 1 jin) li heyama 7 mehên destpêka îsal, bi sedema bûyerên ser kar di wê parêzgehê de canên xwe ji dest dane”.

“Selîm Xanî” îşare bi sedema qurbaniyên bûyera li ser kar kir û got: Zêdetirîn qurbaniyên ser kar berbûn ji bilindahiyê bûne”.

Wî berpirsê hikûmetê ragihand: “Zêdetirîn bûyerên kar li beşa bînasaziyê hatiye qewmîn.

Berpirsê pizîşkê yasayî yê parêzgeha Kirmaşanê îşare bi bûyerên hatûçûn li heyama 7 mehên destpêka îsal kir û got ku 303 halet bûne û pêka sala derbasbûyî (1399`an) ku 277 haletên canjidestdanê bûne, 26 kes zêde kiriye.

Herwisa “Selîm Xanî” îşare bi canji destdana welatiyên bi sedema hilmijîna gazê kir û got: “Di heyama 7 mehên destpêka îsal de, 10 kes (6 jin û 4 mêr) bi sedema jehrawîbûn bi gaza Munoksîda Kerbonê canê xwe ji dest dane.