Di heyama 6 rojan de li çend bajarên Kurdistanê 22 kes hatine binçavkirin

18:52 - 18 Tebax 2022

Ji rêkevta 20 heta 25`ê Gelawêjê, şîpela binçavkirinê yên ku ji aliyê navendên ewlehî yên hikûmeta Îran ve daye berahîka xwe yên li bajarên Kurdistanê weke, Mehabad, Bokan, Miyandav û Şinoyê, 22 kes in.

Li hemû wan bajaran de binçavkirin bi awayê girûpî bûye û bi giştî ev binçavkirinan digel êrîşkirina hêzên ewlehî li ser mal û cihên karê wan hatine encam dan.

Di heyama wan şeş rojan de, li bajarê Mehabadê 8 kes, li bajarê Miyandavê 5 kes, li bajarê Şinoyê 5 kes û li bajarê Bokanê jî, 4 kes hatine binçavkirin ku navên wan bi wî awayê ne;

Mehabad; Di heyama rojên 23 û 25`ê Gelawêjê de 8 kes bi navên, Nasir Ehmedzade xelkê bajarê Mehabadê, Yûnis Tenhayî xelkê gundê Hemzeava, Emîr Bayezîdîazer, Şehram Bayezîdîazer, Kambîz Bayezîdîazer, Çiya Pîrzad xelkê gundê Lec, Celal Mehmûdî xelkê Gugtepe û Luqman Behramî xelkê gundê Qereqişlaq hatine binçavkirin.

Şino; Roja 23`ê Gelawêjê 5 kes bi navên, Areş Pîrî, Hîwa Mîrzayî, Zahir Muradî, Hekîm Mîrzayî xelkê Bêmzurtê û Enver Pêyxamî xelkê bajarê Şinoyê hatine binçavkirin.

Miyandav; Di heyama rojên 23 û 25`ê Gelawêjê de 5 kes bi navên, Emîr Hesenzade, Mistefa Bilaj xelkê Saroqamîş, Ehmed Gurgîn, Îslam Feyzî û Peyman Tahazade xelkê Gamêşgulî hatine binçavkirin.

Bokan; Di heyama rojên 20 heta 24`ê Gelawêjê de çar kes bi navên, Mihemed Kerîmîxah, Celal Emînî xelkê bajarê Bokanê, Îsmaîl Kerîmî xelkê Mîrava û Elî Faroqî xelkê Çardîwar hatine binçavkirin.

Zanyariyên zêdetir;

Hemû ew 22 kes ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Heta dema amadekirina vê raporê ti yek ji navbiriyan nekarîne digel malbatên xwe peywendiyê bigrin.

Heta niha bo “Kurdpa”yê zelal bûye ku, malên 10 kes ji wan welatiyan ji aliyê hêzên ewlehî ve rastî êrîş û vekolînê hatine. Herwisa vekolîna malên binçavkiriyan û destbiserde girtina keresteyên wan cem hêzên ewlehî bûye kiryarek asayî.

Sê kes ji binçavkiriyên gundê Gamêşgulî bi navên Ehmed Gurgîn, Îslam Feyzî û Peyman Tahazade dema binçavkirinê rastê lêxistinê hatine. Herwisa malbatên wan jî ji aliyê hêzên ewlehî ve rastî lêxistinê hatine

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wan welatiyan hatin sepandin ti zanyariyek ber dest tuneye.

Şîpela binçavkirinên domdar yên ku di çend salên derbasbûyî de, ji aliyê navendên ewlehî li Kurdistanê gelek zêde bûye, û li gor bûyerên navxweyî û derveyî Îranê, bi armanca tirsandin û tirsa binçavkirinên girûpî, dest havêtiye bi binçavkirinên bikom.

“Kurdpa”yê di dawiya sala 1400`an de, nîşandekek ji mînakan li Kurdistanê digel tekezîkirin li ser bajarên ku rastî armanca şîpela binçavkirinên li meha Rêbendanê hatin, ragihand. Li gor vê nîşandekê, ji reftara navendên ewlehî li binçavkirina xelkên Kurdistanê mirov dikare wiha binirxîne ku ew ji yek mînakên reftarî di dema binçavkirinê de mifahverdigrin ku dikare weke “hesabkirî û bi bername rêjî” were dîtin.

Amadekar: Evîn Mistefazade