Di heyama 6 mehên destpêka sala 1399`an a Rojî de cezaya 250 sal heps, îdam û lêdana qamçî bi ser 67 welatiyên Kurd de hatiye sepandin

11:01 - 24 Îlon 2020

Pêka amara tomarkirî ji navenda amarî ya Saziya Mafê Mirov a “Kurdpa”yê, di heyama 6 mehên despêka sala 1399`an a Rojî de, bi giştî 67 welatiyên Kurd bi tohmetên “emniyetî” ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya hikûmeta Îslamî ya Îranê ve bi heps û cezayên din hatine mehkûmkirin.

Kêmtirîn ceza du meh heps û zêdetirîn ceza jî îdm bûye.

Çawahiya cezayan:

Mehkûm bi îdama hepsiyên siyasî û Eqîdetî: 2 Halet

Hepsa “te`izîrî”: 221 sal, 9 meh û 3 roj

Hepsa “te`ilîqî”: 28 sal û 3 meh

Lêdana Qamçî: 304 derbe

Dûrxistin bo girtîngehên deverên dûrxistan: 1 halet

Cezaya nextî: 250 milyon tumen

Tohmetên xistinî ser hepsiyan di dema sepandina cezayan de wiha ne:

Hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên opozîsyon yê Îranê:” 29 halet

Amadebûn di xwenîşandana meha Befranbar a sala 1396`an li bajarê Baneyê li hember kuştina kolberan: 10 halet

Hewldan dijî tenahiya netewî: 10 halet

Têkdana nezma giştî: 6 halet

Endambûn di girûpên tundajo yên Olî de: 4 halet

Agirberdana binêra Qasim Silêmanî: 3 halet

Beşdarî di xwenîşandanan de bi merema fitnesazî: 2 halet

Sîxurîkirin bo dewletên bîhanî û dujmin: 2 halet

Kombûn û tebayî: 2 halet

Serpêçî û bêrêzîkirin bi hikûmet û me`imûrên hikûmetê: 1 halet

Binpêkirina yasaya sînorî: 1 halet

Kirîn û firotina çekûçol: 1 halet

Endambûn di komelên dijî nizamê de: 1 halet

Belavkirina nûçeyên nedirust: 1 halet

Mu`aribe: 1 halet

Biyava çalakiyên hejmarek ji wan kesane wiha hatiye diyarîkirin:

7 çalakvanên Olî, 5 Çalakvanên Jîngehparêzî, 5 Çalakvanên Ferhengî, 4 Rojnamevan, 3 Çalakvanên Medenî, 2 Hepsiyên Siyasî, Çalakvaneke warê jinan, Çalkvaneke Kirêkarî, Endamekî Partiya Wehdetî Milî, 11 Mamosteyên berê yên Zanîngehê û binçavkiriyekî meha Xezelwer a sala 1398an.