Di heyama 20 rojan de sê jin hatine kuştin

18:25 - 23 Çirriya paşîn 2021

Di heyama 20 rojên derbasbûyî de, sê jin ji aliyê mêr û xwazginiyên xwe ve hatine kuştin û di nûtirîn halet de mêrekî xelkê bajarê Kirmaşanê bi sedemekî nexuya hevjîna xwe kuşt û piştre dawî bi jiyana xwe anî.

Berpirsê Polîsê bajarê Kirmaşanê “Elîreza Delîrî” di wê derheqê de ragihand: “kesekî temen 55 salî bi çeka nêçîrê dawî bi jiyana hevjîna xwe ya temen 48 salî anî û herwisa piştre xwe jî kuşt”.

“Elîreza Dilêrî” di hevpeyvînekê de digel Nûçegihaniya “Fars” gotiye: “Ew bûyer li şareka Mu`elimî ya bajarê Kirmaşanê qewimiye û heta niha sedema kuştina wê jinê bi destê hevjînê wê û xwekujiya wî, rohn nebûye.

Herwisa wî berpirsê leşkerî got: “Termên wê jinê û wî mêrî bo lêkolîna zêdetir, bo pizîşkê yasayîyê hatine veguhastin.

Di wê derheqê de li rojên 13 û 14`ê meha Xezelwera Îsal, du jinên ciwan ên bajarê Kirmaşanê ên bi navên “Arezû Olfetî” û “Nîgar Ehmedî”, bi sedema retkirina daxwaza zewicîna xwazginiyên xwe, hatibûne kuştin.