Di heyama 15 rojên desrbasbûyî de, 16 kolber li Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin

18:05 - 4 Hezîran 2020

Bi pişt girêdan bi amara tomarkirî ji navenda amar a Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê de, 16 kolberên Kurd rêketa 1`ê Cozerdan heya 15`ê Cozerdanê, bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îran û Tirkiyê li sînorên Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin.

Li gelempera wî amarê 4 kolber hatine kuştin û 12 kolberên din jî hatine birîndarkirin.

Li ser hev di nav wan 16 kolberên kuştî û birîndarkirî de, 11 kolber bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê û 5 kolberên din jî bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmta Tirkiyê hatine kuştin û birîndarkirin.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînorên Kurdistanê bi bê agehdarkirina berê û bi bê berçavgirtina yesayên teqekirinê, kolber û kasibkarên Kurdistanê kirine armanca gulleyên xwe.