Di gundeke ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de tewahiya mêran hatine îdamkirin

21:46 - 24 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Hemû mêrên gundekî di parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bi tawanên kirîn û firotina madeyên hişber hatine îdamkirin.

Nûçegihaniya “Mêhr” roja 23’ê Sibata 2016’an, ji zarê cihgira serokomarê Îranê di kar û barê jinan de belav kir; “Em dizanin ku di hin malbatan de mêrên malê bi sedemên kirîn û firotina madeyên hişber, yan jî bi sedema her sizayekî din di girtîgehan de ne, û dest bi ser kelûpelên wan de hatiye girtin, û tenê avahiyekî biçûk hene bo jiyanê”.

Şehîndoxt Molawêrdî berdewamiya axavtina xwe de got: “Yasa li hember jin û sê zarokên wan girtiyan ku tenê stargeha wan avahiyeke biçûk e, dest bi ser de girtine, û dibe ew pirs bê kirin, ka gelo dezgehên birêveberiyê ên welat di wê derbarê çi erkek hene.

Nabirî di doma axavtinên xwe de, ev yeka jî piştrast kir: Me di parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de gundek heye ku hemû xortên wî gundî hatine îdamkirin, û neviyê wan jî îro ji ber dabînkirina dahata jiyana xwe, bûne mezintirîn kiryarên madeyên hişber.

Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê 1300 km sînorê hevpar digel welatên Efxanistan û Pakistanê heye ku yek ji rêyên serekî yên anîna madeyên hişber bo Îranê tê hesbadin.

Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê yek ji mezintirîn û hejartirîn parêzgehên Îranê ye û li gor serjimêriya sala 2006’an, heşîmeta wê parêzgehê 2 milyon û 350 hezar kes e, ku 640 hezar ji nifûsa wê nexwendewar e.