Di girtîgeha Urmiyê de girtiyek bo cîbecîkirina cezaya îdamkirina wî bo odeya take kesî hate veguhastin

17:34 - 4 Tebax 2021

Sibêdeha roja Çarşemî 13`ê Gelawêjê, girtiyek ê bi navê “Îbrahîm Nesîrîxa”, xelkê bajarê Selmasê bo cîbecîkirina cezaya îdamkirinê, bo odeya take kesî ya bajarê Urmiyê hate veguhastin.

Ew girtiye bi tohmeta, “tawana madeyên hişber” ji aliyê dezgehên dadweriyê ve bi îdamkirinê hatibû cezakirin.

Di wê derheqê de, sibêdeha roja Dûşemî 11`ê Gelawêjê, cezaya îdamkirina sê girtiyan ên bi navên “Sipêhr Ebasnijad”, kurê Behmen, xelkê gundê “Tulekî” yê ser bi devera Tirgewer a bajarê Urmiyê, “Eskender Zar`i”, kurê Îbrahîm, xelkê gundê “Zindeşt” ê ser bi bajarê Selmasê û “Hemze Rizayî”, kurê Riza û xelkê gundê “Qesirk” ê ser bi bajarê Selmasê, di girtîgeha navendiya bajarê Urmiyê de hate cîbicîkirin.

Herwisa ev berê  bi tohmeta “tawana madên hişber” ji aliyê dezgeha dadwerî ve bi îdamkirinê hatibûne cezakirin.