Di girtîgeha parêzgeha Luristanê de 23 hepsî revîn

12:43 - 20 Adar 2020

Roja Pêncşemî, 29`ê Reşemê, dema paşnîvro hejmarek ji hepsiyên girtîgeha “Parsîwan” a bajarê “Xûrem Ava” a parêzgeha Luristanê bi şikandina deriyê wê girtîgehê revîn.

Cihgirê Siyasî-Ewlehî û Civakî yê Parêzgarê Luristanê, tevî piştrastkirina wê nûçeyê baskiriye ku, ew 23 hepsî bi şikandina deriyê girtîgehê revîne.

Cihgirê Siyasî-Ewlehî û Civakî yê Parêzgarê Luristan, “Mehmûd Semînî” gotiye: “Ew 23 hepsî, di encama xemsariya pasevanan de revîne ku hepsiyek di encama teqeya yekek ji karbidestan ve hatiye kuştinê û yek jî birîndar bûye, herwisa yek jî hatiye desteserkirin”.

Cihgirê Siyasî-Ewlehî û Civakî yê Parêzgarê Luristanê ew jî got: “Ew hepsiyane, hepsiyên bi tehlûke nînin û piraniya wan bi hegera bikaranîna madên hişber di girtîgehê de bûne û heta ew hepsiyane ceza jî bo wan nahtibû danê”.

Lê Îdareya Giştî a Girtîgehên Parêzgeha Luristanê, di daxuyaniya xwe de bas kiribû ku, cezayên wan hepsiyan giran nîne û cezaya 1 sal hepsê hebûne.