Di girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê de 4 kes îdam kirin

17:29 - 31 Kanûna pêşîn 2021

Nûçegihaniya “HRANA”ê bas kiriye ku 4 welatiyên tometbar bi “Qetil”ê di girtîgeha navendiya bajarê Urmiyê de îdam krine.

Wê nûçegihaniyê nasnameya wan welatiyan ên bi navên “Husên Ebaszade, Hemudullah Alemî, Feyzullah Qurbanî û Muqedem Elîzade” ragihandine ku berê bi tohmeta “Qetil” ji aliyê Dezgeha Dad ve bi îdamê hatibûne mehkûmkirin.

Pêka wê raporê, roja Çarşemî 8ê Befranbarê, ew 4 girtiyane digel girtiyek din bo cîbicîkirina hukmê îdamkirina wan, bo oda takekesî ya wê girtîgehê veguhastibûn û ji nav wan 5 kesan de, “Reşîd Wetendust” li roja derbasbûyî bi vergirtina derfet ji malbata kesê kuştî, zivirandibûne nav benda giştî ya wê girtîgehê.

Heta belavbûna wê nûçeyê, ragihandinên fermî yên navxweyê Îranê, ti basek li îdamkirina wan 4 kesan nekirine.