Di girtîgeha bajarê Seqizê pênc hepsî hatine cezadan

19:07 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2020

Berpirsê saziya dadwerî a hêzên çekdar yên parêzgeha Sineyê, bas ji cezadana pênc hepsiyên ku bi sûçê alîkarîkirin bi hepsiyên revî yên girtgeha bajarê Seqizê kiri.

 “Mucteba Şîrûdbuzurgî” îşare bi cezaya van pênc hepsiyan nekiriye.

Berpirsê hêzên çekdar dibêje: “hejmara hepsiyên revî kêmtir ji tiliyên desta ne û hejmarek ji fermanberên yêgana parastin a girtîgehên parêzgehê ku tûşî xemsariyê ji aliyê yasayî ve bûn di bin çavedêriyê de ne.

Roja Înê 28`ê Adarê, hejmarek ji hepsiyên girtîgeha bajarê Seqiz, piştî destpêkirina şoreşê di wê girtîgehê de, karîn derê girtîgehê bişkînin û birevin.